DAD, AŞTÎ, BIRATÎ!
Bila dengê çekan sar bibe. Bila li ser aştiyê were axaftin.
Em careke din hêvîşikestî bûn. Şer ji nû ve dest pê kir. Mij û moranê her der dagir kir. Dengê aştiyê kêm bû. halan û navtêdanên şer li kuçe û kolanan, di çapemenî û meclisê de cihekî diyar wergirt. Halanên şer guhên me ker dikin. Tovên şer û nifrînan ên ku têne çandin dixwazin bi lez û bez dil, mêjî û wîjdanê me qirêjî bikin.
Şer ji karkeran, ji xwendekaran, ji jinan, ji kurdan, ji tirkan, ji kêmaran, ji oldaran, ji hunermendan berî her tiştî jiyanê distîne, lê heke jiyanê nestîne jî teqez tiştekî ji wan kêm dike.
Em hewl didin ku li dijî şer, şerxwazan û bazirganên şer dengê aştiyê bilind bikin, mercên aştiyê serwer û domdar bikin. Em dikin qîrîn û hawar ji bo ku dengê bombebaranan sar bibe, şer û lêkdan bi dawî bibin, zarok neyên kuştin û hê zêdetir xwîn neyê rijandin.
Em biratiyê dixwazin!
Em dad û edaletê dixwazin!.
Em aştiyê dixwazin!
Em di mercên wekheviya teqez û biratiyê de aştiyeke birûmet dixwazin!
Em diqîrîn û dibêjin, “Çareserî di diyalog û muzakereyê de” ye.
Em dibêjin rê û rêbazên aştiyê zêde ne dijwar û tevlihev in. Ev demeke dirêj e ku gelek kom û kes, li gelek cihan riya çareseriyê nîşan didin, em jî dubare dikin:
Bila siyasetmedarên ku di bin navê KCK’ê de hatine girtin werin berdan.
Bila qanûna li dijî terorê û dadgehên cezaya giran ên bi rayeya taybet werin rakirin.
Mafê azadiya derbirîna bîr û ramanan bila bi awayekî mitleq were mîsogerkirin da ku mirov karibin bêyî pest û pêkutî, bêyî astengî makeqanûna nû nîqaş bikin.
Bi hêvî û hêza ku ev gav derxin holê dê makeqanûna nû bibe makeqanûna aştiyê. Derdorên cur bi cur dê karibin beşdarî vê pêvajoyê bibin û lê xwedî derkevin.
Di erdhêja Wanê de bi sedan hemwelatiyên me jiyana xwe ji dest da, bi hezaran kes jî birîndar bûn. Ev ji bo me hemûyan êş û janeke mezin e. Erdhêj li herêmeke wisa pêk hat ku lê bandora civakî, aborî û derûnî ya vî şerê ku bi selan e didome, serdest e.
Her çiqas karên ku em bikin hê pir bin û hê rojên dijwar û giran li pey nemabin jî; ji çar aliyên welêt mirovan piştgiriya xwişk û birayên xwe yên wanî kir. Îro hevgirtin û hevpariya êş û janê bi qasî ku bicihanîna peywira mirovbûnê be, ew qas jî ji bo aştiyê gavek e. Her gava bi vî rengî hêzê dide aştîxwazan û dengê aştiyê berz û bilind dike.
Ji ber vê yekê em dibêjin, bila em zêde dereng nemînin. A niha dem dema wê ye. Em dixwazin banga “Aştî, Biratî û Dadê” berz û bilind bikin.
Werin em biryara dadê, bêhna biratiyê, dengê aştiyê li çiya û banî, li gund û bajarên xwe belav bikin, daxwaza xwe ya makeqanûna demokratîk ragihînin her kesî!
Yıldız Önen – Küresel BAK
KARDEŞLİK, ADALET, BARIŞ!
Silahlar Sussun, Barış Konuşulsun!
Umutlarımız bir kez daha kırıldı. Savaş yeniden başladı.
Hava puslandı. Barışın sesi kısıldı. Savaş çığırtkanları medyada, mecliste, sokakta sahnelerini aldı. Atılan savaş naraları kulaklarımızı tırmalıyor. Saçılan nefret tohumları beyinlerimizi, kalplerimizi, vicdanlarımızı hızla kirletmeye çalışıyor.
Savaş işçilerden, öğrencilerden, kadınlardan, Kürtlerden, Türklerden, azınlıklardan, dindarlardan, sanatçılardan, en başta yaşamı, ama mutlaka bir şeyleri alıp götürüyor.
Savaşa, savaş tacirlerine, savaş kışkırtıcılarına karşı barışın sesini yükseltmeye, barış iklimini daim kılmaya çalışıyoruz. Bombardıman gürültülerini bastırmak, çatışmaları sona erdirmek, çocukların ölmesini, daha fazla kan akmasını engellemek için feryat ediyoruz.
Biz kardeşlik istiyoruz!
Biz adalet istiyoruz!
Biz barış istiyoruz!
Eşit koşullarda kardeşlik, mutlak adalet, onurlu barış istiyoruz!
“Çözüm diyalogda, çözüm müzakerede!” diye haykırıyoruz…
“Barışın formülü çok da karmaşık, çok da belirsiz değil” diyoruz. Birçok mecrada, birçok kesim uzun süredir dile getiriyor, biz tekrarlıyoruz:
KCK adı altında tutuklanan siyasetçiler serbest bırakılsın.
Terörle Mücadele Kanunu ve özel yetkili ağır ceza mahkemeleri yürürlükten kaldırılsın.
Yeni anayasayı hiçbir baskı ile karşılaşmadan özgürce tartışabilmek için, mutlak ifade özgürlüğü yasalarla güvence altına alınsın.
Bu adımların yaratacağı pozitif dalga ile yeni anayasa gerçek bir barış anayasası olabilir. Çok geniş kesimler sürece katılabilir, sahip çıkabilir.
Büyük acılar yaşadığımız Van Depreminde yüzlerce yurttaşımızı kaybettik; binlercesi yaralandı. Van Depremi, yıllardır süren savaşın toplumsal, ekonomik, psikolojik etkilerinin yoğun bir biçimde hissedildiği bir bölgede meydana geldi. Savaşın enkazına, depreminki eklendi.
Daha yapacak çok iş olsa, zor günler henüz geride kalmamış olsa da; yurdun dört bir yanında yurttaşlarımız Vanlı kardeşleriyle dayanışma gösterdi. Bugün acıları paylaşmak ve dayanışmak, insan olmanın gereğini yerine getirmek olduğu ölçüde, barış için atılan bir adım olma anlamını da taşıyor. Her adım barıştan yana olanlara, barışın sesine güç katıyor.
Bu yüzden “daha fazla gecikmeyelim” diyoruz. “Şimdi tam zamanı” diyoruz. “Kardeşlik, Adalet, Barış!” diye haykırmak istiyoruz.
Gelin adaletin hükmünü, kardeşliğin kokusunu, barışın sesini dağlarımıza-şehirlerimize yayalım; demokratik anayasa talebimizi cümle aleme duyuralım!
Barış İnisiyatifleri: Antikapitalist Öğrenciler, Barış Hareketi, Barış İçin Gençlik Girişimi, Barış İçin Kadın Girişimi, Barış İçin Sanat GirişimiBir Göz de Sen Ol İnisiyatifi, Blok Akademi Grubu, Demokrasi ve Özgürlük Hareketi, Doğu Güneydoğu Dernekleri Platformu, Durde, Emek ve Adalet Platformu, Evrensel Kültür Dergisi, İnsan Hakları Derneği (İHD) İstanbul Şubesi, Kalplere Sevinç Bırakanlar İnisiyatifi, Küresel BAK, Küresel Eylem Grubu, Kürt Yazarlar Derneği, Mavera Gençlik Hareketi, MAZLUMDER, Özgürlük İstiyoruz İnisiyatifi, Sol Arayış, Tiyatro Eleştirmenleri Birliği, Türkiye Yazarlar Sendikası.
Mehmet Ali Devecioğlu – MazlumDer